PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Bingol) li navça Kanîreşê (Karlıova) ajotvanekî desthilata otomobîla xwe wenda kir û otomobîl wergeriya nav arazî. Di encamê de 3 kes birîndar bûn û wan birin nexweşxanê.
Qeza li dora gundê Çiligolê qewimî. Di nav 3 birîndaran de bebekekî jî heye. Dema tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê qezayê, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana dewletê ya Çewlikê.
Li ser qezayê cendirme lêpirsînê dane destpêkirin.