PeyamaKurd - Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriyeyê SANA, serokê rêxistina THKP-C/Acilciler û plankarê êrîşa Reyhanliyê Mîhraç Ural (Ali Kayali), di dema ku şevê din dixwest sînor derbas bike, bi operasyoneke hevpar a MÎT a Tirkiyê û Saziya Îstixbaratê ya Sûriyeyê hate girtin.
SANAyê wêneyên girtina Ural weşandin.
Hate ragihandin ku Ural her wiha berpirsê sereke yê komkujiyên li bajarokên Baniyas û El-Beyda yên Sûriyeyê ye ku di encamê de bi sedan sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.
Hate diyarkirin ku Mîhraç Uralê di lîsteya sor a terorê ya Tirkiyeyê de cih digirt, di navbera salên 2014-2024an de jî li dijî ewlehiya Tirkiyeyê çalakî dimeşandin.