Trump: Me li ser rêgirtina şerê nukleerî li hev kir

Trump: Me li ser rêgirtina şerê nukleerî li hev kir

PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trump li Qesra Spî civîneke çapemeniyê li dar xist û behsa encamên civîna sêqolî ya li gel Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn û Serokê Çînê Xi Jinping a li çarçoveya lûtkeya APECê ya li Shenzenê kir.

Trump tekez kir ku her sê welat li ser wê yekê bi fermî li hev kirine ku qet rê li ber qewimandina pevçûneke nukleerî neyê dayîn.

Trump anî ziman ku ew di nava çar rojan de bi zêdetirî 20 lîderan re axiviye û li ser du rêkeftinên nû yên bazirganî li hev kirine.

Her wiha bal kişand ser vê yekê ku sê welatên xwedî %92yê hêza nukleerî ya cîhanê li hev kirin ku ji bo kêmkirina metirsiyan û zêdekirina berhemanîna petrol, benzîn û mazotê bi hev re bixebitin û her wiha şermezarkirina "derbasbûna ji sînorên desthilatê" ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC) jî pejirandine.