PeyamaKurd - Ji ber tirsa serhildan û xwepêşandanên nû, desthilata Tehranê zext û operasyonên xwe yên ewlehiyê li seranserê welêt û bi taybetî li Rojhilatê Kurdistanê zêde kiriye.
Di çar rojên borî de, hêzên îstixbaratê yên Îranê li bajarên Bokan û Şinoyê bi ser çend malan de girtin û herî kêm 7 welatiyên Kurd, ku meleyekî Sunî jî di nav de ye desteser kirin.
Li gorî rapora Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, hêzên ewlehiyê li Bokanê 4 kes bi navên Hesen Mehmûdî (meleyê Sunî), Newîd Mistefazade, Aram Wefayî û Fetah Hacîzade desteser kirine.
Her wiha diyar bû ku Artêşa Pasdaran a Îranê jî di 31ê Kanûnê û 1ê Çileyê de li bajarê Şinoyê 3 welatiyên din ên bi navên Zahid Seyîdkerîmî, Sedredîn Îsmaîlzade û Komar Royan girtine. Saziyên mafên mirovan didin xuyakirin ku tenê di nava meha Kanûnê de herî kêm 64 Kurd hatine desteserkirin û ji ber ku rayedarên Îranê tu daxuyaniyên fermî nadin, cihê ragirtina van kesan nayê zanîn.