PeyamaKurd - Di hefteya borî de, herî kêm pênc welatîyên kurd bi navên Awate Sergulî, Celal Elewî, Wehab Husênzade, Hoyar Zehabî û Kawe Ebdulahzade ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li bajarên Mehabad û Nexedeyê hatine girtin.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê, ev kes bêyî biryara dadgehê hatine binçavkirin û ji bo cihên nenas hatine veguhastin. Herwiha hatiye ragihandin ku di rojên dawî de herî kêm 20 welatiyên kurd ên ku li bajarên cuda yên parêzgeha Urmiyeyê hatibûn girtin, bi komî şandune Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê.
Ev girtin di demekê de pêk tên ku rewşeke şer li herêmê heye û baregehên îstîxbaratî yên Supaya Pasdaran li çend bajarên Kurdistanê ji aliyê firokeyên şer ve hatine bombebarankirin.
Ji ber qutbûna înternetê û nebûna agahiyan, fikarên mezin li ser jiyana bi dehan girtiyên ku di van navendan de bûn hene û hinek rapor behsa hatina kuştin an birîndarbûna girtiyan di encama van êrîşan de dikin.
Malbatên girtiyan û saziyên mafên mirovan ji ber nediyariya çarenûsa kesên binçavkirî di nava tirs û fikarên kûr de ne.