PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Kurdistanê (KRN) ragihand ku Supaya Pasdaran a Îranê (IRGC) sevkiyat û veguhestineke berfireh a leşkerî ber bi bajarên Sine, Kamyaran, Merîwan, Serawbax û Bane yên Rojhilatê Kurdistanê ve encam daye.
Li gorî agahiyan, konvoyên leşkerî yên bi çekên giran û nîv-giran hatine tijîkirin, piranî ji endamên Lîwaya Taybet a Saberîn (hêzên komando û operasyonên taybet) pêk tên.
Hat diyar kirin ku tîmên taybet ên leşkerî li gundên li quntara Çiyayê Şahoyê hatine bicihkirin û li wan deveran xalên pûsokê hatine sazkirin.
Her wiha yekîneyên îstîxbarat û keşfê ji Binkeya Hemze Seyîduşşoheda ya Urmiyeyê veguhestine Binkeya Beytulmuqedes a li Sineyê û konvoyên topxanê jî li derdora Çiyayê Surîn ê li sînorê Baneyê hatine bicihkirin.