Rejîma Îranê hêzên nû dişîne Kurdistan û Sîstan-Belûçistanê

Rejîma Îranê hêzên nû dişîne Kurdistan û Sîstan-Belûçistanê

PeyamaKurd - Piştî destpêkirina pêla nû ya êrîşên giran ên asmanî û deryayî yên Amerîkayê, Supay Pasdarên Îranê ku li seranserê sînorên bejayî û asmanî lawaz bûye, giraniya hêzên xwe ji bo milîtarîzekirina herêman terxan kiriye.

Hate ragihandin ku ji ber hilweşîna morala leşkeran û şikestên li pey hev, rejîmê ji bo kontrolkirina Sîstan û Belûçistanê hêzên milîs ên Fatimiyûn li hemû binkeyên serbazî yên herêmê bicih kirine.

Derbên giran ên dawiyê yên DYAyê rejîma Îranê neçar kiriye ku ji bo parastina kargehan û navendên xwe hêzên navbeynkar bi kar bîne, ku ev tevger di raporên herêmî de hatiye tomarkirin.

Şandina cebilxaneya giran bo Kurdistanê

Li gorî nûçeyên ji Rojhilatê Kurdistanê, rejîmê di çend rojên borî de hêzeke zêde û cebilxaneyeke giran ber bi herêmên sersînor ên Rojhilatê Kurdistanê veguhestiye û li deverên çiyayî bi cih kiriye.

Tê gotin ku ev milîtarîzekirina berfireh nîşana tirsa kûr a desthilatdariya Tehranê ye ji serhildana gelan û bêdesthilatiya li hember êrîşên ji derve.