PeyamaKurd - Li gorî nûçeya Rêxistina Mafên Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemê li navçeya Selasî Babacanî ya parêzgeha Kirmanşanê ya Rojhilatê Kurdistanê, parezwanên sînor ên Îranê gule li kolberekî kurd barandin.
Di encamê de kolberê bi navê Mihemed Sîdîq Avalî yê 28 salî û bavê du zarokan, li devera sînor ya Şêx Salih ji nêz ve û bêyî hişyariyek hat kuştin.
Kolberên ku ji ber bêkarî û kêmasiya derfetên aborî li herêmên bi vî karê xeternak mijûl dibin, ji ber ambargoyên DYAê û girtina rêyên deryayî û bejahî yên asayî, di demên dawî de gelekî zêde bûn.
Li gorî amarên fermî, di pênc mehên destpêkê yên îsal de qebareya bazirganiya kolberan bi qasî 160 qatan zêde bûye.
Lê tevî vê yekê jî, parezwanên sînor û Hêzên Pasdarên Şoreşê (ÎONG) bi rêkûpêk kolberên li deriyên sînor armanc digirin; li gorî daneyên Hengawê, ji destpêka sala 2026an ve hêzên îranî gule li herî kêm 21 kolberan barandine ku di encamê de 13 ji wan jiyana xwe ji dest dane û yên din jî birîndar bûne.