Hukumeta Kurdistanê dest danî ser 385 kîlo zêr û teslîmê “komisyona zelaliyê ya Iraqê” kir

Hukumeta Kurdistanê dest danî ser 385 kîlo zêr û teslîmê “komisyona zelaliyê ya Iraqê” kir

PeyamaKurd – Hukumeta Herêma Kurdistanê di çarçova koordinasyona huquqî û ewlehiyê ya navbera Erbîl û Bexdayê de, dest danîbû ser 358 kîlo zêr. Hukumeta Kurdistanê wan zêra teslîmê “Komîsyona Zelaliyê ya Iraq a Federal” kir.

Ofîsa çapemeniyê ya serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand ku hevkariya ji bo têkoşîna li dijî gendeliyê û ruşwetê ya di navbera hukumeta Kurdistanê û hukumeta federal ya Iraqê dewam dike.

Li gor ragihandinê; Mesrûr Barzanî ferman daye ku dezgeyên girêdayê wezareta karên navxwe û Konseya Ewlehiyê ya Herêma Kurdistanê, ji bo bi hukumeta federal re di nav koordînasyonê de, şopandina dosyayên gendeliyê bikin û gumanbaran teslîmê edaletê bikin.

Baregeha çapemeniyê got ku bi xêra vê hevkariyê di derbarê gelek gumanbaran de kiryar hatine kirin, perên aîdê xizmeta giştî, zêr û gelek mal û heyiyan paşde anîne.

Di vê çarçovê de, 358 kîlo zêr teslîmê komîsyona zelaliyê ya Iraq Federal kirine û di daxwuyaniyê de hat gotin:

“Têkoşîna bi gendeliyê re, parastina malên xizmeta giştî û bi armanca desthilatkirina huquqê, dê bi Bexdayê re koordinasyon dewam bike. Kesên ruşwetê dixwun ji bo girtina wan û ji bo paşde sitendina malên giştî ji wan kesan, dê xebat dewam bikin.

Zêrên ku dane komisyona federal ya zelaliyê ya Iraqê, têkildare bi kiryarên cîgirê wezîrê petrolê yê Iraqê ku ji karê rafîneriyê berpirs bû, bi Adnan Cumeyli ve.

Cumeyli, di roja 30 Gulana 2026an de bi sedema ji peymanên dewletê û peymanên taybet yên rafîneriyê pere sitendiye, ew xistibûn bin çav.

Konseya Darazê ya Bilind ya Iraqê jî berê ragihandibû ku 358 kîlo zêr bi hevkariya hukumeta Herêma Kurdistanê re di nav hevkariyê de teslîm sitendine û şandine banka navendî ya Iraq a federal

Konsey, her weha ragihandibû ku di heman çarçoveyê de, di dosyayekî dinê de 17 kîlo zêr paşde sitendine û rêjeya kîloya zêr gihaye 376 kîloyan.

Konseya Darazê di 6ê Temmûzê de rêjeyê ragihandibû û gotibû di dosya Adnan Cumeyli de heya wê rojê 127 milyar dînarê Iraqê û 24 milyon dolarê Amerîkî dest danîne ser.