Hevseroka AfDyê daxwaz kir ku bi sed hezaran koçber û Sûriyeyî ji Almanyayê derkevin

Hevseroka AfDyê daxwaz kir ku bi sed hezaran koçber û Sûriyeyî ji Almanyayê derkevin

PeyamaKurd - Hevseroka Partiya Alternatîf ji bo Almanyayê (AfD) Alice Weidel di hevpeyvîneke berfireh de daxwaz kir ku bi sed hezaran koçber û penaxwaz ji Almanyayê derkevin. Di nava wan kesan de 900 hezar Sûriyeyî jî hene ku niha li wî welatî dijîn.

Piştî ku Hevserokê AfDyê Tino Chrupalla berê ragihandibû ku hejmara kesên divê ji Almanyayê derkevin 2.6 milyon kes in, Weidelê destnîşan kir ku hejmar bi eşkereyî ji wê gelekî zêdetir e.

Weidelê di axaftina xwe de da zanîn ku nêzîkî 250 hezar kes ku wekî tawanbarên tundiyê, tundrewên îslamî û kesên ku xwe naguncînin hatine pênasekirin, divê her niha ji welêt derkevin. Her wiha ragihand ku daxwaza wan ew e ku hemû ew 900 hezar Sûriyeyiyên li Almanyayê, hemû Efganî û piştî peymana aştiyê jî 1.1 milyon Ukraynî vegerin welatên xwe, ji ber ku sedema mana wan a li Almanyayê nehatiye hiştin. Weidelê ew nêrîn jî red kir ku serkeftina Rûsyayê dê bibe sedema pêleke nû ya koçberiyê ber bi Rojava ve û diyar kir ku di rewşa aştiyê de Ukraynî dê vegerin welatê xwe.

Di beşeke din a hevpeyvînê de, Alice Weidelê nêrîna namzeda serokkomariya Fransayê Marine Le Penê ya li ser ola Îslamê red kir. Piştî ku Le Penê di meha çiriya pêşîn de ragihandibû ku Îslam beravajî şerîetê bi Komara Fransayê re digunce, Weidelê di bersiva xwe de got: "Îslam şerîet e û şerîet jî Îslam e."