PeyamaKurd - Yekîneyên Hêzên Ewlehiya Navxweyî di çarçoveya bicîkirina biryara qedexekirina hilgirtina çekan de, dest bi belavkirina hêzên xwe li kolanên bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kirin.
Li gorî biryara ku roja Duşemê hat derxistin, hilgirtin û gerandina çekan ji bo sivîlan bi temamî hat qedexekirin û hat diyarkirin ku tenê hêzên ewlehî û leşkerî yên fermî di dema bicîkirina erkên xwe de dikarin çekan hilgirin.
Ev tevdîrên ewlehiyê piştî alozî û xwenîşandanên dawî yên li bajêr bi armanca xurtkirina îstîqrarê, parastina welatiyan û rêgirtina li ber tirsandina xelkê hatine girtin.
Di biryarê de tekezî li ser wê yekê hat kirin ku ji ber her çi sedemê dibe bila bibe gulereşandin qedexe ye û hat destnîşankirin ku çek tenê di destê hêzên fermî yên dewlet/rêveberiyê de ne.