Li Şamê firotina alkolê hate qedexekirin

Li Şamê firotina alkolê hate qedexekirin

PeyamaKurd - Li paytexta Sûriyeyê Şamê, bi biryareke nû firotin û servîskirina alkolê li hemû xwaringeh û navendên şahiyê hate qedexekirin. Parêzgariya Şamê ragihand ku ev qedexe tenê sê taxên xiristiyanan (Bab Tûma, El-Qesa û Bab Şerqî) li derveyî biryarê dihêle.

Li gorî rêziknameya nû, destûrnameyên bar û klûbên şevê dê bi destûrnameyên kafeyan bixebitin û ev kargeh neçar in ku tenê wekî "xwaringeh" xizmetê bikin. Karsazên ku li dijî vê biryarê derkevin jî wê rûbirûyî cezayên qanûnî bên.

Herwiha li wan sê taxên ku firotin lê serbest e jî şert û mercên giran hatin danîn. Divê dikanên alkolê herî kêm 75 metre dûrî perestgeh, dibistan û goristanan bin û herwiha dûrahiya xwe ji saziyên fermî û qereqolan biparêzin. Li van dikanan servîskirina bi qedehan bi temamî hate qedexekirin; alkol tenê dikare bi şûşeyên morkirî bê firotin. Parêzgariyê diyar kir ku ev biryar li ser daxwaza gel û ji bo parastina "exlaqê giştî" hatiye girtin û 3 meh dem daye karsazan ku rewşa xwe li gorî qanûna nû saz bikin.