Dadgehê biryara girtina Mihemed Hacî Mehmûd hat derxist

Dadgehê biryara girtina Mihemed Hacî Mehmûd hat derxist

PeyamaKurd - Dadgeha Çemçemalê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê, li ser gilînameyekê biryara girtinê ji bo Serokê Partiya Sosyal Demokrat a Kurdistanê (PDSK) Mihemed (Heme) Hacî Mehmûd derxist.

Tuhmeta li ser wî li gorî meqaleya 11an ji Qanûna hejmar 3 ya sala 2018an, "destwerdana li ser milk û erdên dewletê" ye, ku tê de behsa avahiya navenda partiyê ya di nehiya Tekiyeyê de tê kirin.

Hat ragihandin ku ev biryar piştî ku Heme Hacî Mehmûd neçûye danişîna dadgehê hat derxistin.

Li aliyê din, Berdevkê PDSKyê Dr. Ferhad Tewfîq ji bo vê biryarê ragihand ku avahiya navborî ji sala 1991an û vir ve di destê wan de ye û berhemê serhildanê ya ji rejîma Baasê ye.

Wî tekez kir ku ew maseya navenda partiya xwe vala nakin û diyar kir ku armanca vê giliyê ew e ku avahiyê radestî veberhênerekî bikin ji bo bazirganiyê.

Wî bal kişand ku heta ku hemû milkên piştî sala 1991an hatine vegirtin radest neben, ew jî navenda xwe teslîm nakin.