PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê li gundê Hatxê (Yandere) ereba bazirganî wergeriya û di encamê de kesekî mir û yek jî birîndar bû. Sedema bûna qezayê ew e ku ajotvan desthilata erebê wenda kir û erebe li kevirên kenarê rê ket.
Bi sedema erebe li keviran ket, 2 kesên di erebê de bûn, yek ji wan mir û yê din jî birîndar bû.
Bi sedema qezayê tîmên cendirmeyan û tenduristiyê çûn ciyê bûyerê û birîndarî birin nexweşxana dewletê ya navça Nisêbînê.