Erebeyekî li xebatkarên şaredariya Nisêbînê xist: 1 mirî û 2 birîndar

Erebeyekî li xebatkarên şaredariya Nisêbînê xist: 1 mirî û 2 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Mêrdînê li navça Nisêbînê li taxa Dicle xebatkar li ser rê dixebitîn û tamîra rê dikirin. Erebeyekî dema hat, ket seha xebatê û li xebatkaran xist.

Di encamê de xebatkarê şaredariyê Zana Çelik (37) jiyana xwe ji dest da û 2 xebatkar birîndar bûn. Birîndaran birin nexweşxana dewletê ya Nisêbînê.

Hat ragihandin ku ereba li karkeran xistiye, ajotvanê wê desthilata erebê wenda kiriye û lewra li xebatkaran xistiye. Di pey li xebatkaran xistiye, li makîna kar û ereba şaredariyê jî xistiye.

Zana Çedlik li ciyê sehayê jiyana xwe ji dest daye. Birîndar Zarav A. (15) û Mustafa S. (21), birine nexweşxana dewletê ya Nisêbînê. Lêpirsîna li ser rûdanê dewam dike.