PeyamaKurd – Li Îranê li eyaleta Karkazî li ser rêya Saweh-Hemedanê otobusa di rêya xwe de diçû wergeriya û di encamê de 11 kes mirin û 24 kes birîndar bûn.
Li gor ragihandina TV ya Îranê; di qezayê de 11 kes li ciyê qezayê mirine û 24 kesên birîndar bûne û wan birine nexweşxanên nêzî ciyê qezayê.
Li gor polîsê eyaletê; sedema qezayê westandina ajotvan û bê xewiya wî ye lewra kontrola otobusê ji destê wî derketiye.
Navê kesên mirî û birîndar nehatin ragihandin û güzergâha otobus diçûyê jî nehat gotin.