PeyamaKurd - Dezgeha Ewlekariya Nîştimanî ya Iraqê ragihand ku di operasyoneke taybet de li ser bingeha zanyariyên hewalgirî û şopandina meydanî, droneke bombebarkirî li parêzgeha Kerkûkê hatiye dîtin.
Di daxuyaniya fermî de ku îro Înê, 6ê Mijdara 2026an hat belavkirin, hat destnîşankirin ku piştî hevahengiya bi tîmên endezyariyê yên artêşê re, ew dron li dûrî cihên niştecihbûnê bi awayekî kontrolkirî hatiye teqandin.
Dezgehê banga hişyariyê li welatiyan kir ku di dema dîtina tiştên gumanbar de tîmên ewlehiyê agahdar bikin.
Tevî ku çavkanî û cûreyê dronê bi awayekî fermî nehatiye eşkerekirin, di demên borî de ji aliyê Kerkûkê ve bi dronan êrîşî çend cihan li Hewlêrê û Konsulxaneya Amerîkayê hatibû kirin.
Ev bûyer di demekê de rû dide ku piştî vekişîna hêzên Amerîkayê û Hevpeymaniya Navdewletî li dawiya meha Îlonê, liv û tevgera şaneyên razayî yên DAÎŞê li herêmên Kerkûk û Germiyanê zêde bûye.