PeyamaKurd - Wezareta Karên Derve ya Iraqê bi daxuyaniyeke fermî bidawîhatina erka leşkerî ya Koalîsyona Navneteweyî ya li welêt ragihand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ev pêşveçûn Iraqê dibe qonaxeke nû da ku berpirsyariya ewlehî û aramiya xwe bi temamî hilgire ser milê xwe û serweriya xwe xurt bike.
Wezaretê pesnê qehremaniya Hêzên Pêşmerge, artêş û hemû hêzên çekdar da û rola wan a di têkbirina DAIŞê de bilind nirxand.
Her wiha spasiyeke kûr pêşkêşî Amerîka û welatên hevalbend hate kirin û hate tekezkirin ku bidawîbûna erka koalîsiyonê nayê wateya qutbûna peywendiyan; berevajî vê yekê, hevahengiya ewlehiyê ya li ser bingeha berjewendiyên hevbeş û rêzgirtina ji serweriyê re, di warên perwerde û îstixbaratê de dê bidome.