Pentagon: Wê piştgiriya hêzên Iraqê û Pêşmerge bidome

Pentagon: Wê piştgiriya hêzên Iraqê û Pêşmerge bidome

PeyamaKurd - Berdevkê Fermî yê Pentagonê Sean Parnell derbarê vekişîna hêzên navneteweyî de daxuyaniyeke fermî da û diyar kir ku li gorî daxuyaniya hevpar a Îlonê ya 2024an û berjewendiyên neteweyî yên Amerîkayê, Operasyona Inherent Resolve li Iraqê bi fermî hate bidawîkirin.

Parnell da xuyakirin ku vekişîna birêkûpêk a hêz û alavên ji Firokxaneya Hewlêrê, nîşaneya serkeftina misyona leşkerî ya têkbirina DAIŞê ye.

Parnell her wiha destnîşan kir ku ew bendê ne ku Hêzên Ewlehiyê yên Iraqê û Hêzên Pêşmerge yên Herêma Kurdistanê bi tena serê xwe parastina welat bikin û hewldanên li dijî paşmayên DAIŞê bimeşînin.

Wî tekez kir ku Wezareta Pentagon dê di çarçoveyeke armanckirî de piştgiriya perwerde û îstîxbaratê ya ji bo hevparên xwe yên li Iraqê bidomîne.