Serokwezîrê Iraqê Zeydî yekxistina Hêzên Pêşmerge pîroz kir

Serokwezîrê Iraqê Zeydî yekxistina Hêzên Pêşmerge pîroz kir

PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bi boneya temambûna proseya yekxistina hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de peyamek pîrozbahiyê weşand.

Zeydî pîrozbahiyên xwe pêşkêşî gelê Herêma Kurdistanê û Pêşmergeyên leheng kir û destnîşan kir ku ev pêngav dê bibe sedema xurtkirina asayîşa nîştimanî û çespandina karê sazîbûnê.

Serokwezîrê Iraqê diyar kir ku yekxistina hêzên ewlehî û serbazî di çarçoveyeke destûrî û yasayî de, her wiha xurtkirina hevahengiya di navbera tevahiya hêzên çekdar ên Iraqê de, gaveke girîng e ji bo çespandina asayîşa nîştimanî û yekgirtina hêzên bergiriyê.