Serokwezîrê İraqê Elî Zeydî amadekariyê serdana Ewropa dike

Serokwezîrê İraqê Elî Zeydî amadekariyê serdana Ewropa dike

PeyamaKurd - Berdevkê hikûmeta Iraqê Heyder Ebudî ragihand ku Serokê Encûmena Wezîran Elî Falih Zeydî dê di destpêka hefteya bê de li ser vexwendineke fermî serdaneke fermî ji bo Fransa û Almanyayê pêk bîne.

Armanca sereke ya vê geştê xurtkirina têkiliyên dualî, geşepêdana hevkariyên di warên aborî, veberhênan, bazirganî, enerjî û teknolojiyê de ye.

Ebudî di daxuyaniya xwe de da xuyakirin ku hikûmet dixwaze rêkeftinên hevpar veguherîne pratîkê û şîrketên Alman û Fransî teşwîqî nav projeyên veberhênanê yên li Îraqê bike.

Tevî van gavên ji bo cihêrengkirina aboriyê, hin şîrketên biyanî ji ber rewş û pêşeroja siyasiya piştî 30yê Îlonê hîn jî li hemberî hatina Îraqê dudil in.