Namzedê Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî gihîşt Hewlêrê

Namzedê Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî gihîşt Hewlêrê

PeyamaKurd - Serokwezîrê raspartî yê Iraqê Elî Zeydî, ji bo gotûbêjkirina avakirina hikûmeta nû û vegera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bo Bexdayê, bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêrê.

Elî Zeydî îro 2yê Gulanê bi rêya Firokxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gihîşt paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê.

Zeydî ji aliyê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat pêşwazîkirin.

Elî Zeydî ligel şandeke Çarçoveya Hevahengiyê serdana Hewlêrê dike û biryar e bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re bicive.