PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî li ser vexwendina fermî ligel şandeke astbilind gihîşt paytexta Îranê Tehranê û ji aliyê berpirsên berpirsên Tahranê ve bi merasîmeke fermî hat pêşwazîkirin.
Zeydî beriya birêketina xwe di hesaba xwe ya medyaya civakî Xê de ragihand ku ew ji bo gotûbêjkirina dosyeyên hevpar, hevkariya dualî û mijarên herêmî diçin Tehranê.
Serokwezîrê Iraqê destnîşan kir ku Iraq û Îran bi girêdanên dîrokî, çandî û erdnîgarî ligel berjewendiyên hevpar bi hev ve girêdayî ne û tekez kir ku ev rewş xebata bi rihê diyalogê ji bo geşepêdan û aramiya herêmê pêwîst dike; ev gavên nû di rojeva siyasetê de hatin tomarkirin daku pêşî li aloziyên nû bê girtin.
Pêşiya vê serdanê, di civîna Komîsyona Hevpar a Hevkariya Aborî ya Îran û Iraqê de ku bi serokatiya Serokkomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan roja Çarşemê hatibû lidarxistin, hûrgiliyên vê serdana fermî hatibûn nirxandin.
Pezeşkiyan ev serdana Serokwezîr Zeydî di peywendiyên herdû welatan de wekî "bûyereke gelekî girîng û xala guherînê" pênase kir.
Tê payîn ku di hevdîtinan de mijarên aborî, peymanên gazê û gavên hevpar ên ji bo dûrxistina herêmê ji dorpêç û aloziyên serbazî li ser asteke bilind bêne guftûgokirin.