PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Hêzên artêşa Iraqê li parêzgeha Selahedînê rûbirûyî droneke nenas bûye ku li ser asmanê parzûngeha petrolê ya Bêcî difiriya.
Hate diyarkirin ku îro 6ê Hezîranê droneke nenas di asmanê derdora parzûngeha Bêcî de hatiye dîtin û piştre hêzên artêşa Iraqê bi çekên giran ên cureyê "Doşka" gule li dronê barandine.
Jêderên ewlehiyê yên Iraqê gotine, xistina dronê di çarçoveya rênimayên ewlehiyê de ye, ji bo parastina dezgeh û saziyên stratejîk û hestiyar ên herêmê.
Derbarê encama vê bûyerê de, ti agahî derbarê zirarên canî yan madî de nehatine bidestxistin.