PeyamaKurd – Li bajarê Erzeromê do ber destê êvarê ji bo herin daweta hevalê xwe Gamze Kalay (26) û Burak Sünger ji navça Xinisê ketin ser rê da herin bajarê Erzeromê. Her dû kes di bankayê de dixebitîn.
Li ser rêya Erzeromê li navça Çobandere (Köprüköy) li gundê Yaxanê (Yağan) Burak Sünger desthilata otomobîlê wenda kir û gêrî jêr bû.
Dema tîmên cendirmeyan û tenduristiyê gihan ciyê qezayê, dîtin ku Gamze Kalay jiyana xwe ji dest daye û Burak Kalay giran birîndar e. Kalay birin nexweşxana bajêr ya Erzeromê.
Cenazê Kalay birin morga nexweşxanê ji bo otopsiya wê bikin.