Balafira THY dema xwe danî, qeza kir: 267 rêwî tehliye kirin

Balafira THY dema xwe danî, qeza kir: 267 rêwî tehliye kirin

PeyamaKurd – Balafira THY dema sefera İstanbul-Antalya dikir, di wexta xwe datanî erdê, li dîrekê ket. 267 rêwiyên di balafirê de bûn tehliye kirin. 1 rêwiyekî birîndar bû.

Balafirê dema xwe danî balafirgeha Antalya û xwe nêzî ciyê parkê dikir, qeza kir. Perê xwe yê rastê li dîreka antena radarê xist. Hat ragihandin ku rewşa rêwiyan baş e. Tenê di balafirê de hinek xesar heye.