Hevpeymaniya Xiristiyan pêşwaziya banga Serok Barzanî kir

Hevpeymaniya Xiristiyan pêşwaziya banga Serok Barzanî kir

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Xiristiyan, pêşwaziya banga Serok Mesûd Barzanî ya ji bo diyaloga di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) de kir.

Hevpeymaniyê banga bidawîkirina krîza siyasî ya Herêma Kurdistanê û avakirina hikûmeteke berfireh û neteweyî kir, bi şertê ku mafên pêkhateya Xiristiyan jî werin parastin.

Di daxuyaniya hevpar de ku di 9ê Mijdara 2026an de hate belavkirin, hevpeymaniyê anî ziman ku çareserkirina girjiya siyasî pêwîstiyeke bingehîn e û ji bo parastina saziyên herêmê divê aliyên siyasî piştgiriya însiyatîfa Serok Barzanî bikin.

Her wiha bal kişandin ser wê yekê ku mafên Xiristiyanan û nûnertiya wan a adil divê di hikûmeta nû de werin misogerkirin û dengdana li ser kursiyên kotayê tenê ji aliyê dengdêrên Xiristiyan ve bê kirin.