Selahedîn Behadîn: Pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê besên zindî yên nistîman in

Selahedîn Behadîn: Pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê besên zindî yên nistîman in

PeyamaKurd - Emîndarê giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahadîn Behadîn li ser gef û êrîşên hin aliyên siyasî bi ser pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê de daxuyanî da û got, pêkhateyên olî û netewî yên herêma Kurdistanê di helwest û aliyên siyasî û civakî yên xwe de azad in.

Emîndarê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Mihemed Behadîn îro 12ê Gulanê bi daxuyaniyekê ragihand, "Pêkhateyên olî û netewî yên Kurdistanê beşeke zindî yên niştiman in û hêvinê serbilindiya ezmûn û nîşana xweşikiya pêkvejiyana civaka me ne."

Behadîn diyar kir, pêkhateyên olî û netewî azad in di helwêsten xwe û aliyên siyasî û civakî de, wek hemû aliyên din çawa azad in û got, "Neheqî ye şerê kêmasiyên helbijartinan li hember wan bê kirin û ev yek xelet e."

Êrîş û gefên hin aliyên siyasî bi ser pêkhateyên Kurdistanê de ku di parlamentoyê de nûnertiya wan tê kirin, piştî civîna 7ê Gulanê ya Parlamentoya Kurdistanê zêde kiribûn ku parêzbendiya parlamentarê Komela Îslamî Soran Omer hatibû rakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin