Birayê Selahedîn Behadîn koça dawî kir

Birayê Selahedîn Behadîn koça dawî kir

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku îro Yekşemê 14ê Hezîranê, birayê mezin ê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behadîn, Husên Mihemed Behadîn koça dawî kir.

Husên Mihemed Behadîn, kesayetiyekî perwerdeyî yê Herêma Kurdistanê û birayê mezin ê Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ye.

Bahedîn herwiha bavê rojnamevan Hêmin Lihonî ye ku gerînendeyê giştî yê kanala Ava Tv ye.

Biryar e îro sersaxiya wî li Mizgefta Kurdistanê ya li bajarê Silêmaniyê birêve biçe û roja Çarşemê jî li bajarê Hewlêrê taziye ji bo wî bê danîn.