Erdogan ji bo koça dawî ya Mehdî Zana sersaxî da Leyla Zana

Erdogan ji bo koça dawî ya Mehdî Zana sersaxî da Leyla Zana

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo koça dawî ya siyasetmedarê navdar ê Kurd û Serokê berê yê Şaredariya Amedê Mehdî Zana, bi telefonê bi parlamentera berê Leyla Zanayê re axivî.

Erdogan di vê pêwendiya telefonî de ji ber xatirxwestina hevjînê wê Mehdî Zana, xemgîniya xwe anî ziman û sersaxî û sebrê ji bo Leyla Zanayê û malbata wan xwest.

Mehdî Zana ku di sala 1940î de li navçeya Farqînê ya Amedê ji dayîk bibû û di navbera salên 1977-1980yî de serokatiya şaredariya Amedê kiribû, wekî yek ji fîgurên herî dîrokî û girîng ên tevgera siyasî û çandî ya Kurdan dihat naskirin.