PeyamaKurd – Cîgirê serokê CHPê yê berê Cevdet Selvi koça dawî kir. Ji bo Selvi dê roja Duşemê di 31ê Tebaxê de li meclisa Tirkiyê (YBMM) merasimê li dar bixin.
Wefata Cevdet Selvi ji aliyê serokê giştî yê Sendika Petrol-İş ê Süleyman Akyüz de hat ragihandin.
Ji bo Selvi wê di 31ê Tebaxê de seet di 11.00an de li ber meclisa Tirkiyê merasim bikin. Piştî merasimê wê li goristana Gölbaşiyê wî defin bikin.
Cevdet Selvi, ji salên 1972an heya sala 1978an di sendika petrolê de gelek karan kir û herî dawiyê 2 sal jî serokatiya giştî ya Petrol-İş ê kir.
Di sala 1987an de bû parlementerê CHPê û 4 dewre li ser hev parlementiya xwe di partiyên ji CHPê zêde bûn de dewam kir.