PeyamaKurd – Serokê berê yê PYDê Salih Muslim li Herêma Kurdistanê li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Siyasetmedarê Kurd yê Binextê û serokê berê yê PYDê yê demekî bû. Muslim nexweş bû û li Erbîlê li taxa Eynkawa li nexweşxana Meryemana wefat kir.
Ew endazyar bû û yek ji rêvebirê Rêvebiriya Xweser bû. Ew di sala 1951an de ji dayîk bûye. Di gelek heyetên siyasî yên Kurdî de cîh girtiye.
Tevî dema Tirkiye dixwest, Tirkiye pê re hevdîtinên siyasî dikir lê di demên dawiyê de Tirkiye ew xistibû lîsta sor. Salih Muslim bi navê Bavê Welat jî dihat naskirin.
Wê cenazê wî bibin ku derê û li ku derê defin bikin kes agahiyan nedaye û belkî jî hêj zû ye . Salih Muslim li bajarê Îstenbolê xwendibû, ji malbatekî halxweş bû.
Bi zimanê Kurdî, Erebî, Tirkî û Îngîlîzî baş dizanibû.