PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bang li partiyên siyasî yên Parlamentoya Kurdistanê kir ku parlamentoyê çalak bikin.
PDKê xwest gotûbêj û çareseriya pirsgirêkên avakirina Kabîneya 10an derbasî hola parlamentoyê bibin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dema civîn, serdan û peyam bêencam dibin, pêwîst e gotûbêj ji kuçe û medyayê derbasî ser maseya guftûgoyan bibin.
PDK ji bo çalakkirina parlamentoyê bang li hemû aliyên siyasî kir û wiha got:
"Bila parlamenter li hola parlamentoyê ji bo gotûbêjeke berhemdar û dîtina çareseriyeke guncav berpirsyar bin. Divê em hemû alî jî pêbendî wê çareseriya biryardayî ya Parlamentoya Kurdistanê bin."
PDKê da zanîn ku piştî ragihandina encamên hilbijartinê wan bi hestiyariyeke mezin hewl daye saziyên rewa li gorî qanûnan çalak bikin.
PDKê bal kişand ser destpêşxeriyan û got: "Serok Mesûd Barzanî û saziyên me di vê çarçoveyê de bi gelek peyam, peywendî û gotûbêjên dualî û çendalî, gelek senaryo û rêçareyên guncayî ji bo derbaskirina astengiyên li pêşiya hilbijartina Serokatiya Herêmê Kurdistanê, aktîvkirina Parlamentoyê û pêkanîna kabîneya 10an pêşkêş kirine. Lê mixabin bersiv û helwesteke erênî ya pêwîst derneket pêş."
Herwiha PDKê li ser rewşa herêmê û bi taybetî ya Herêma Kurdistanê hişyarî da û
diyar kir ku berpirsyariya neteweyî û niştimanî ferz dike ku demildest çareseriyek ji bo derketina ji vê rewşê bê dîtin.
Hate gotin, eger ev xitimandin bidome dê ji bilî ji zirardayîna herêm, ezmûn û destkeftiyên Herêma Kurdistanê ti sûda wê ji bo ti aliyan nebe.
Banga Serok Barzanî
Serok Mesûd Barzanî 26ê Gulana 2026an bi minasebeta Cejna Qurbanê peyamek belav kiribûû wekî destpêşxeriyekê bang li partiyan kiribû ku dawî li nakokiyên bêencam bînin.
Serok Barzanî wiha gotibû: "Bila hemû alî li berjewendiyên xelkê Kurdistanê bifikirin. Berjewendiyên bilind ên gelê me li ser armanc û berjewendiyên teng bigirin. Dev ji wan nakokiyên bêencam û wê xwekujiyê berdin ku demeke pêvajoya siyasî ya herêmê bi destê wan dinale."