Parlamentoya Kurdistanê daxwaza navan bo Lijneya Qanûnî kir

Parlamentoya Kurdistanê daxwaza navan bo Lijneya Qanûnî kir

PeyamaKurd - Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê daxwaz ji hemû fraksiyonan kir ku heta sibe navên nûnerên xwe yên ji bo Lîjneya Qanûnî radest bikin, daku lijne dest bi karên xwe bike.

Sekreteriya Parlamentoya Kurdistanê Mona Qehweçî îro Yekşemê ragihand ku herwekî ku ji aliyê Serokatiya Parlamentoyê ve daxwaz ji fraksiyonan hatibû kirin, ew daxwaz ji hemî fraksiyonên parlamentoyê dikin ku heta sibe navên endamên xwe ji bo Lîjneya Qanûnî pêşkêş bikin, daku ew lîjne dest bi karên xwe bike.

Li gorî zanyaran, çend fraksiyonan navên xwe amade kirine û îro û sibe radestî Desteya Serokatiya Parlamentoyê dikin. Lijneya Qanûnî yek ji lîjneyên herî girîng û bibandor e di Parlamentoya Kurdistanê de, ku piraniya projeqanûnan ji bo diyarkirina rêçika qanûnî arasteyî vê lîjneyê tên kirin.

Parlamentoya Kurdistanê roja 4ê Mijdara 2026ê bi amadebûna 52 parlamenteran hat çalakkirin û Desteya Serokatiyê hat hilbijartin. Vala Ferîd bi 52 dengan wekî Seroka Parlamentoyê, Ramî Nûrî bi 52 dengan wekî Cîgirê Serokê Parlamentoyê û Mona Qehweçî bi 52 dengan wekî Sekreteriya Parlamentoyê hatin hilbijartin.