13 baroyên herêmê li dijî binçavkirinan daxuyaniyek weşand

13 baroyên herêmê li dijî binçavkirinan daxuyaniyek weşand

PeyamaKurd - 13 baroyên herêmê li hemberî binçavkirina parêzerên endamên ÇHDyê yên bi navenda Îzmîrê, operasyona li dijî rêveber û endamên Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) û tayînkirina qeyûm a li ser kanala Sozcu TVyê nerazîbûneke tund nîşan da û daxuyaniyeke hevpar belav kir.

Baroyan di daxuyaniya xwe de tekez kir ku ev kar û kiryar li dijî prensîbên dewleta hiqûqê, mafê parastinê, siyasiya demokratîk û azadiya çapemeniyê ne.

Wekî din hate diyarkirin ku binçavkirina siyasetmedaran li ser bingeha Madeya 302yê ya TCKyê ("Têkbirina yekîtiya dewletê û yekparçeyiya welat") û biryardana sînordarkirina hevdîtina bi parêzeran re ji bo 24 demjimêran, di warê mafên bingehîn û azadiyan de fikarên kûr ên hiqûqî çêdikin.

Baroyan banga rawestandina van destwerdanên neyasayî kir û daxwaz kir ku sînordarkirinên li ser mafê parastinê demildest bên rakirin.

Baroyên ku daxuyanî îmze kirine:

Baroya Agiriyê

Baroya Êlihê (Batman)

Baroya Çewlikê (Bingöl)

Baroya Bitlîsê

Baroya Dêrsimê

Baroya Amedê (Diyarbakır)

Baroya Colemêrgê (Hakkari)

Baroya Îdirê

Baroya Mûşê

Baroya Rihayê

Baroya Sêrtê

Baroya Şirnexê

Baroya Wanê