PeyamaKurd - Rêveberê Firokexaneya Navneteweyî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar diyar kir ku heta niha tu ragihandineke fermî derbarê destpêkirineke nû an normalîzekirina geştên firokewaniyê yên bi Îranê re negihistiye destê wan.
Hoşyar got ku her biryareke wiha tenê bi rêya Saziya Firokewaniya Sivîl a lraqê ji wan re tê şandin û niha rewş wekî xwe ye.
Ev daxuyaniya han bersiveke rasterast li ser gotinên Balyozê Iraqê yê li Tehranê bû ku îdia kiribû geşt wê di nava 24 demjimêran de dest pê bikin.
Lê belê rêveberê kompaniya Mahan Air Serseng Memundî berê ragihandibû ku ji ber pirsgirêkên destûrê geştên wan ên ber bi Hewlêr û Silêmaniyê ve hatine betalkirin.