Iraqê geştên Îranê ji nû ve dan dest pê kirin

Iraqê geştên Îranê ji nû ve dan dest pê kirin

PeyamaKurd - Hêlên Asmanî yên Iraqê piştî rawestîneke demkî ku ji ber tirsa cezayên duyem ên Amerîkayê çêbûbû, geştên firokewaniyê yên bi Îranê re li Firokexaneya Necefê ji nû ve dan destpêkirin.

Lê belê çavkaniyên firokexaneyê diyar kirin ku qedexeya li ser şîrketên firokewaniyê yên Îranê hîn jî berdewam dike û ji bo vê yekê tu ragihandineke fermî negihistiye wan.

Li gorî agahiyan, piştî serdana Serokwezîr Elî Zeydî ya bo Amerîkayê, Wezîrê Derve Fuat Huseyîn ji bo ku Firokexaneya Necefê ji cezayên DYAê bê parastin bi rayedarên Amerîkî reaxivî ye.

Di van danûstandinan de hate gotin ku xizmetên erdî ji aliyê Hêlên Asmanî yên lraqê ve werin dayîn, di heman demê de serokên payebilind ên lraqê jî ev mijar di civîna xwe ya dawî de li ser maseyê hiştine, tevî ku Washingtonê berê hişyarî da bû ku hevkariya bi firokeyên Îranî re dikare bibe sedema cezayan.