PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Iraqê îro 7ê Mijdara 2026an, di civîna xwe ya asayî de bi serperiştiya Serokwezîr Elî Zeydî, dest bi nirxandin û gotûbêjkirina projeyasaya bûdceya giştî ya sala 2027an dike.
Di vê civînê de taybetî destnîşankirina dahat û xerciyên dewletê û pişka wezaretan tê gotûbêjkirin da ku piştî temamkirina reşnivîsê, ji bo pesendkirinê bişînin Parlamentoya Îraqê.
Di reşnivîsa nû de xerciyên giştî yên dewletê wekî 217 trîlyon dînar û dahat jî wekî 174 trîlyon dînar hatine texmînkirin.
Di heman demê de, hewlên şandeyên Kurdî ji bo parastina şayisteyên darayî yên Herêma Kurdistanê berdewam dikin.
Endamê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Îraqê Sîpan Şêrwanî anî ziman ku roja 5ê Mijdarê bi lijneyeke payebilind a hikûmeta federalî re civiyane da ku kêşeya mûçeyan û pişka Herêmê bi yekcarî çareser bikin.
Di reşnivîsa nû de pişka Herêma Kurdistanê wekî 13.308 trîlyon dînar hatiye danîn, ku ev rêje li hemberî bûdceya sala 2023yan (16.498 trîlyon dînar) bi %19.3 hatiye kêmkirin.