Rejîma Îranê du welatiyên Kurd desteser kirin

Rejîma Îranê du welatiyên Kurd desteser kirin

PeyamaKurd - Hêzên hikûmetê li bajarê Badreyê yê parêzgeha îlamê du welatiyên kurd bi navên Reza Tîc (23) û Elî Muradîyan desteser kirin û piştî derbasbûna çend rojan ti agahî li ser çarenûsa wan nayê zanîn.

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafên Mirovî ya Hengawê, di 29ê Rezbera 2026an de hêzên Îdareya rejîmê bêyî nîşandana biryara dadgehê ser malbata Reza Tîc li gundê Pakelgrab ê Badreyê girtine û ew bo cihekî nediyar veguhastine.

Hate zanîn ku Tîc di xwepêşandanên (protestoyên) Befranbara 2025an de jî hatibû girtin û paşê bi şêweyekî demkî hatibû berdan.

Her wiha di 27ê Rezberê de jî Elî Muradîyan ji aliyê Sûpaya Pasdaran ve li gundê Banêlan ê Badreyê hatiye girtin.

Tevî hewldanên malbatan, heta niha ti agahî li ser tawanbarî û cihê ragirtina van her du welatiyan nîne, saziyên ewlehiyê ti agahiyekê li ser çarenûsa her du welatiyan nadin.