PeyamaKurd - Li gorî zanyariyên Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê, hêzên ewlehiyê yên Îranê li gundekî ser bi bajarokê Dîwandereyê yê Rojhilatê Kurdistanê dê û bavekî Kurd ê bi navê Meryem Muradîyan û Sîrûs Hemîdî li gel keça wan a 16 salî Kurdiya Hemîdî bêyî ti biryara dadgehê desteser kirin.
Hengawê ragihand ku Kurdiya Hemîdî piştî 4 rojan hat berdan, lê girtina dê û bavê wê berdewam e û nahêlin ku ew bi parêzer an malbata xwe re pêwendiyê deynin.
Ev kiryarên desthilata Îranê di çarçoveya zext û girtinên bikêfî yên li dijî sivîl, rojnameger û kêmneteweyan de tên dîtin û balê dikişînin ser rewşa zarokên ku tên girtin.
Hengawê destnîşan kir ku di sibata îsal de li 5 bajarên cuda herî kêm 12 zarokên Kurd û Belûç hatine girtin û di nav xwenîşandanên dawî de hejmara zarokên hatine desteserkerin gihîştiye 250î.
UNICEFê jî berê banga bilez a berdana zarokan kiribû û hişyarî dabû ku ev bêparkirina ji azadiyê bandoreke giran û mayînde li ser paşeroja zarokan dike.