Rejîma Îranê cezayê girtîgehê da çalakvana Kurd a 58 salî

Rejîma Îranê cezayê girtîgehê da çalakvana Kurd a 58 salî

PeyamaKurd - Li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê, darizandina çalakvana Kurd a 58 salî Minîje Xweşnûd bi dawî bû.

Şaxê 101an a Dadgeha 2yan a Cezayê Giran a Bokanê bi îdîaya "propagandaya li dijî rejîmê" 3 meh cezayê girtîgehê da Minîje Xweşnûd û ev biryar di 11ê Tebaxê de jê re hat ragihandin.

Minîje Hoşnud di 26ê Gulanê de piştî ku hêzên Daîreya Îstîxbaratê bêyî biryara dadgehê bi ser mala malbata wê de girtibûn, hatibû destserkirin.

Di dema lêgerîna malê de komputer, telefona destan û hin pirtûkên wê hatibûn desteserkirin.

Xweşnûd berê jî di sala 2024an de ji aliyê heman dadgehê ve bi îdîaya "propagandaya li dijî hikûmetê" 10 meh cezayê girtîgehê wergirtibû.