PeyamaKurd - Hate ragihandin ku bi hewlên hemû aliyan, tora gaza siruştî ya Kurdistanê bi tevahî hat bi hev hatiye girêdan.
Hemû gaza siruştî ya ku li Herêma Kurdistanê tê berhemanîn, ji Kormorê heta Dihokê, bi toreke berfireh a boriyan ve hatiye girêdan û rasterast digihîje ahengên berhemanîna ceyranê, fabrîqe û wêstgehên pîşesaziyê.
Rêveberê Giştî yê Karta Grupê Şêx Baz Berzencî got ku ev gav ne tenê gihîştineke girîng a di warê ewlehiya enerjiyê de ye, di heman demê de ji bo geşepêdana kerta pîşesaziyê jî dê bibe stûnekî bingehîn.
Li aliyê din, di heman qonaxê de ew nefta ku SOMO hisab dike, bi riya boriya neftê ya Kurdistanê ji 250 hezar bermîlî derket 500 hezar bermîlî di rojekê de.
Heke bighêje asta xwe ya herî bilind ku 1 mîlyon bermîl e, wê demê nêzîkî ji sedî 33yê nefta hemû Îraqê dê bi riya vê boriyê biçe bazarên cîhanê.