Nêçîrvan Barzanî û Nikol Pashinyan li Antalyayê civiyan

Nêçîrvan Barzanî û Nikol Pashinyan li Antalyayê civiyan

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê bi Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Pashinyan re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtina Nêçîrvan Barzanî û Nikol Paşînyan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di hevdîtinê de pêwendiyên Ermenistanê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re hatine gotûbêjkirin.

Her wiha Nêçîrvan Barzanî û Nikol Pashinyan li ser firehkirina qadên hevkarî û hevahengiya hevbeş a di warên cuda de nêrînên xwe anîn zimên.

Di civînê de Nêçîrvan Barzanî û Nikol Pashinyan li ser bipêşketinên li herêmê bîr û ramanên xwe bi hev guhertin.

Her du aliyan ji bo ku pirsgirêk û alozî bi awayekî aştiyane û dîplomatîk werin çareserkirin tekezî li ser girîngiya zêdekirina hewlan kir da ku ewlehî û aramiya herêmê were parastin.