PeyamaKurd - Li ser raspardeya Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê û Serokwezîr Elî Falih Zeydî, fermana dîwanî ji bo pêkanîna Baregeha Kontrolkirinê li herêma Curf Sexirê (Curf Nesir) derket.
Ev baregeh dê ji hemû aliyan ve rasterast bi Fermandariya Hêzên Polîsê Federal ve bê girêdan.
Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar Sebah Numan ragihand ku Ferîq Rukin Ehmed Hatim Hemîd wekî Fermandarê Baregeha Kontrolkirinê hatiye diyarkirin.
Her wiha Lîwa Rukin Husên Elî Niseyf ji bo karûbarên berevaniyê û Udey Ebduleîme Mesheb jî ji bo karûbarên Heşda Şeibî wekî cîgir hatine tayînkirin.
Baregeha Kontrolkirinê dê demjimêr 06:00ê sibeha 20ê Mijdara 2026an bi fermî dest bi kar bike û fermandariya hemû yekîneyên herêmê bibe ser xwe. Ji bo misogerkirina asta herî bilind a ewlehiyê, ev baregeh dê di pewendiya berdewam de bibe li gel Fermandariyên Polîs û Operasyonan ên Babil, Kerbela, Enbar û Bexdayê.