PeyamaKurd - Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê Sebah Numan îro Yekşemê 10ê Gulanê li ser nûçeya rojnameya Wall Street Journal a Amerîkayî ya li ser avakirina bingeheke leşkerî ya veşartî ya Îsraîlê li çolterên Iraqê daxuyanî da.
Li gorî nûçeya Kurdistan 24ê Berdevkê Fermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Iraqê got: "Me berê tu daxuyaniyên fermî li ser vê mijarê nedane. Ew zanyarên ku rojnameya “Wall Street Journal”ê belav kirine girêdayî wê ne; em nizanin çavkaniya wan kî der e û heta niha ji bo me nehatine piştrastkirin."
Rojnameya Wall Street Journal roja Şemiyê, 09ê Gulanê, di nûçeyekê de eşkere kiribû ku Îsraîlê bi agahdariya Amerîkayê bingeheke leşkerî ya nihênî ji bo piştgirîkirina êrîşên xwe yên li dijî Îranê li biyabanên Iraqê çêkiriye.
Hatibû diyarkirin ku hêzên taybet ên Îsraîlê û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê di wê bingeha nihênî de hatine bicihkirin, daku di dema ketina balafiran de di hawara balafirvanan biçin.
WSJê gotibû ku nihêniya vê bingehê di destpêka meha Adara îsal de nêzîk bû ku eşkere bûba; dema ku şivanekî wê deverê hest bi tevgerên nenormal ên helîkopteran û çalakiyên leşkerî kiribû û piştre artêşa Iraqê yekîneyek ji bo lêkolînê şandibû. Îsraîlê ji bo rêgirtina li nêzîkbûna hêzên Iraqî penaya xwe biribû ber bombebarana asmanî û di encamê de leşkerekî Iraqî hatibû kuştin û du yên din jî birîndar bûbûn.
Piştre di dawiya meha Adarê de, Iraqê gilînameyeke fermî li dijî wê êrîşê gihand Neteweyên Yekbûyî û ew êrîş xistibû stuyê Amerîkayê; lê çavkaniyên rojnameyê tekez dikin ku Amerîkayê tu têkilî di wê êrîşê de nebûye û tenê hêzên Îsraîlî ew êrîş kiriye.