PeyamaKurd - Li ser pêşniyara hevbeş a Banka Navendî ya Iraqê û Wezareta Darayî, Encumena Wezîrên Iraqê di civîna xwe ya 22an de biryar da ku guhertineke fermî di nirxê danûstendina dînarekî li hemberî dolarê amerîkî de pêk bîne.
Ev biryar di çarçoveya tedbîrên aborî û birêkûpêkkirina bazara drav de hate girtin.
Li gorî biryara Kabîneyê, rêjeya nû ya nirxê dolar bi vî rengî hat diyarkirin:
Biha û kirîna dolar ji aliyê Wezareta Darayî ve 1500 dînaran e.
Bihayê firotina dolar ji bo bankan 1510 dînaran e.
Bihayê firotina dawî ji bo feydendên ji aliyê bank û saziyên darayî ve 1520 dînar e.
Sekreterê Giştî yê Encumena Wezîran Hemîd Neîm Gazî da xuyakirin ku pêkanîna vê biryarê dê di 7ê Cotmeha 2026an de dest pê bike.