PeyamaKurd -
Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, bersiva biryarên dawî yên Serokwezîrê Iraqê Elî Ez-Zeydî da û ragihand ku ew bi ti biryar, beyan, rênimayî yan yasayekê ku dijî destûra Iraqê bibe pabend nabin.
Rêber Ehmed diyar kir ku Hewlêr ji bo her cûre hevkarî û birêvebirina hevbeş a dergehên sînorî li gorî pîwerên destûrî amade ye, lê pirsgirêka sereke bi nêzîkbûna navendîparêz a Bexdayê re ye.
Rêber Ehmed bal kişand ser ku weşandina biryarên siyasî û îdarî bi rêya Berdevkê Hêzên Çekdar cihê matmayînê ye û da zanîn ku protokola hevbeş a ser neft û dergehan ku ji aliyê Wezareta Darayî û Samanên Sirûştî yên Herêmê û aliyên peywendîdar ên Iraqê ve hatibû îmzekirin, bi mehan e ji aliyê Bexdayê ve nehatiye erêkirin.
Ehmed tekez kir ku Kurdistanê di şerê li dijî gendeliyê de berpirsiyariyên xwe bi cih anîne û daxwaz ji hemû partiyên Kurdî kir ku li hember van biryaran yekhelwest bin.