Barrack: Ji bo çareserkirina pirsgirên Hewlêr-Bexdayê derfeteke nû çêbûye

Barrack: Ji bo çareserkirina pirsgirên Hewlêr-Bexdayê derfeteke nû çêbûye

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê bo Karûbarên Iraq û Sûriyê Tom Barrack ragihand ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên aloz ên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, derfeteke nû ya baş peyda bûye.

Tom Barrack di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku desthilatdarên Herêma Kurdistanê niha bi awayekî hevaheng ligel Bexdayê kar dikin, lê belê çareserkirina van kêşeyên demdirêje pêdivî bi demê heye.

Barrack bal kişand ser wê yekê ku di rabirdûyê de ji ber pabendnebûna bi destûrê pirsgirêk derketine û loma divê her aliyek berpirsiyariyên xwe yên destûrî bicih bîne.

Li aliyê din, Barrack derbarê rewşa Sûriyê de guhertinên li wî welatî wekî "pêşketineke bawerpênedikirî û mûcîze" binav kir û da zanîn ku Sûriye ji qonaxa wêranbûna serdema Esed derbasî serdemeke nû bûye.

Nûnerê Amerîkî pesnê Serokê Sûriyê Ehmed Şer da û got ku ew kesekî "lêserxwe, wêrek û zilamê dewletê ye".

Di dawiya axaftina xwe de, Barrack anî ziman ku ji nû ve nivîsandina destûrê û avakirina saziyên dewletê li Sûriyê dê dem bigire, lê herwiha ji bo pêşveçûnê aramî û pêkvejiyanê gavên bingehîn in.