PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Karûbarên Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack gihîşt Bexdayê.
Barrack îro 15ê Hezîranê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî Xê ragihand ku ew gihîştiye paytexta Iraqê û ji bo vegera xwe ya Bexdayê serbilind e.
Barrack di destpêka serdana xwe de ligel tîma balyozxaneya welatê xwe û Berpirsê Karên Balyozxaneyê Joshua Harris civiya.
Nûnerê Amerîkayê diyar kir ku ew ê îro ligel Serokwezîrê Iraqê Elî Zeydî bicive daku peyama piştgiriya Serokê Amerîkayê Donald Trump bigihîne hikûmeta nû ya Iraqê û destnîşan kir ku di hevdîtinê de ew ê li ser "rêbazeke nû" ya ji bo avakirina peywendiyeke bihêz, hevseng û sûdewar ji bo berjewendiyên her du welatan gotûbêjan bikin.
Piştî hevdîtinên li Bexdayê tê çaverêkirin ku Nûnerê Taybet ê Amerîkayê serdana Hewlêrê bike û ligel berpirsên payebilind ên Herêma Kurdistanê bicive.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî girîngiya vê serdanê nirxand û anî ziman: "Ev cara yekem e ku Tom Barrack bi fermî wekî nûnerê Serokê Amerîkayê tê Hewlêrê. Em ê wan mijarên ku bi giştî têkildarî Herêma Kurdistanê û Iraqê ne gotûbêj bikin daku di navbera hemû aliyan de hevahengiyeke mezintir çêbibe."