Doza Lahur Şêx Cengî ji Silêmaniyê derbasî Hewlêrê dibe

Doza Lahur Şêx Cengî ji Silêmaniyê derbasî Hewlêrê dibe

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku tê pêşbînîkirin di nava 72 saetên bê de dosyeya Lahur Şêx Cengî, birayê wî Polad Cengî û girtiyên bûyera hotêla "Lalezar" ji dadgeha Silêmaniyê bo Dadgeha Temîz a Hewlêrê bê şandin.

Li gorî agahiyên ji malbata Lahur Cengî hatine wergirtin eger destwerdanên siyasî çênebin, dê roja yekşemê ev pêvajoya hiqûqî dest pê bike.

Lahur û Polad Cengî ku heşt meh in di girtîgehê de ne, şeva borî piştî 91 saetan bi zexta malbatên xwe dawî li greva birçîbûnê anîn.

Wan bi vê çalakiyê zextên siyasî yên Bafil û Qubad Talebanî yên rê li ber gihandina dosyeya wan a bo dadgeha bilind protesto dikir.

Hêjayî gotinê ye, bûyera ku bû sedema girtina wan vedigere şeva 22yê Tebaxa 2025an dema ku hêzên YNKê yên girêdayî Serokê YNKê Bafil Talebanî hotêla Lalezar li Silêmaniyê dorpêç kirin û piştî pevçûneke giran Lahur Cengî û tîma wî girtin.

Lahur Cengî herî dawî ragihandiye ku girtina wan dûrî her urfeke qanûnî ye û bi armanca eşkere kirina "senaryoyên" li dijî wan, wan jiyana xwe xistiye metirsiyê.